10 Mayıs 2016 Salı

Bilindahîya Kolesterolê

Kolesterol Çi Ye?

Di parzûna şaneyên mirov û candarên din de heye û di demarên xwînê de tê bar kirin. Madeyeke organîk û pêkhatî ye. Yekem car di sala 1754 an de di kevirên ziravkê de hatiye dîtin. Navê wê di zimanê Yewnanî de chole(ziravk) û steroz(hişk) û digel bi van peyvan re bi qertafa  kîmyewî ‘’–ol’’ ve hatiye dariştin.

Kolesterol Ji Bo Laşê Mirovan Hewce Ye?

Ji bo ku di binyada hemû parzûnên şaneyên mirovan de heye, ji bo domandina jiyanê hewce ye. Divê pîvaneke pendî bête standin.

Bilindahîya Kolesterolê (Hîperlîpîdemî) Çi Ye?

Di xwînê de zehf zêdebûna kolesterolê re hîperlîpîdemî tê gotin. (Derketina li ser asta hemû kolesterolê 200 mg/dl û ji bo LDL kolesterolê 130-160 mg/dl) Di nava gel de bikaranîna gotina ''kolesterolê min heye'' bi rastî xelet e. Çimkî di laşê mirovan de bi pîvaneke normal heye û ji bo mirovan hewce ye.


Kîjan Nexweşîyan Ji Bo Bilindahîya Kolesterolê Bingeh Çêdike?

Nexweşînên wekî obezîte, diyabet, hîpotîroîdîzm, ducanî, nexweşîyên ziravrawestenî û nefrotîk sendrom ji bo bilindahîya kolesterolê bingeh çêdikin. Jê cuda alqol, hormonên ostrojen û progesteron, darûyên beta bloker, oral kontraseptîf, dîûretîk tîazîd jî dikare bibin sedem.

Gurayîya Hîperlîpîdemî Di Gelê Me De Çi Qas E?

Di nîvê hemû nexweşên ku temenê wan ji 40 salî zêdetiran de, mêjara toatal kolesterolê ser 200 mg/dl deye.

Divê Asta Bilindahîya Kolesterolê Bi Çi Gurayîyê Bête Pîvandin?

Ji bîst salî şunve, divê mirov 5 salê carekê rûnên xwînê xwe bide pîvandin.

Nexweşên ku bilindahîya kolesterolê li wan hene, bi kîjan gazindan serî lê dixin nexweşxanê?

Bilindahîya kolesterolê bi pirahî heta ku alozî çênebe nîşane nade. Dema ku vekolîna xwînê bête kirin, derdikeve holê. Lê kesên ku kezeb bi rûn û bin çermên wan de girikên rûnê û nexweşînên dil û demaran hebe, bilindahîya kolesterolê hîn gurtir tên ditîn.

Çend Tîp Kolesterol Heye? Ji Vana Hemûyan Ji Bo Laşê Mirovan Xirabe?

Ji bo ku bête fêmkirin di bigehê de kolesterolan wekî ên bisûd û ên xirab em dikarin du cure bikin. Di nava xwînê de bi  lîpoproteînan tê bar kirin û li gor dansîteya(tîrbûnî) pêkhatiyan hatiye binavkirin.

Kolesterola bisûd, kolesterola HDL  ye (high density lipoprotein). Gel kolesterola HDL re, a bi ‘’xêr’’ dibêje. Çimkî bilindahîya kolesterola HDL  xêr e, kolesterolê ku zêde di nava xwe de kom dike û digihîne kezebê. Bilindahîya kolesterola HDL, mirovan ji tengezariya dil û nexweşîyên dil û demaran diparêze. Dema ku HDL di bin 35-40 mg/dl bikeve, ji bo tengezariya dil xetere çê dibe.

Kolesterolên xirab jî LDL, VLDL, IDL ne. Vana dema ku derkevin ser mêjerekî eşkere, ji bo mirovan xirabtir dibe. Ev kolesterolan zêde bilind bibin dîwarên  demara xwînê de cih digrin û demaran hişk dikin. Ev hişkbûyîn ji bo tengezariya dil û nexweşîyên din ê demaran re xetereyên mezin çê dike. Bi taybetî jî bilinahîya  kolesterola LDL li gor tîpên din hîn xirabir e. Ji bo vî sedemî gel navê LDL  bi navê ''lenet'' navlêkirine.

Çareya Bilindahîya Kolesterolê Heye? Çawa Em Dikarin Ber Li Wê Bigrin?

Îro, ji bo bilindahîya kolesterolê çareyên gelek bibandor hene û tê bi kar anîn. Ligel çareya bi darû hin tiştinan divê bête kirin.
Mirov divê ji zêde xwarina rûnê û bi taybetî ê hişk dûrkeve.
Kesên qelaw, divê xwe kîloyên zêde bifilitînin û sporeke bipergal bikin.
Ji goştan jî divê goştên masîyan tercîh bikin.

Bimînin di afîyet û sihetê de, tenduristîya xwe biparêzin..


Ferhengok

Parzûn: membran, zar
Şane: cell, hücre
Pêkhatî: combined, bileşik
Ziravk: bile, safra
Pendî: spesific: belirli
Ducanî: pregnanancy, gebelik
Ziravkrawestandinî: cholestatic, safra durağanlaşması
Derû: drug, ilaç
Mêjer: account,miktar, değer
Gurayî: frequency, sıklık
Alozî: complication, komplikasyon
Nîşane: symptom, belirti
Tengezariya dil: heart attack, kalp krizi

Nûjiyan XAN






3 Mayıs 2016 Salı

NAVÊN NEXWEŞİYAN Bİ KURDÎ



Agirê Cinan: Uçuk
Alagoşk (Argoşk): Kabakulak
Arih: Acı, Ağrı
Arsim: Nezle
Ava Spî: Katarakt
Ba (Reşeba): Romatizma
Bapêş (Bahor): Nezle
Bawesîr: Basur, Hemoroid
Belalûk: Siğil
Bêhnçikîn: Nefes Darlığı
Bêhnsoyarî: Astım
Bênimêjî:  Aybaşı
Bersojk: Mide Yanması
Bexikî, Qotik:  Boğmaca
Bezek, Lareşî: Kangren
Birîn: Yara
Birîna Reş: Şark Çıbanı, leishmania
Bîrov: Egzema, Dermatit
Bizûz: Saçkıran

Da: Sara, epilepsi
Dilêş: Kalp ağrısı
Duşaxe: Difteri
Emel, Vîjik:  İshal
Êş, Jan: Ağrı
Êşa Zirav/ Jana zirav:
Verem, tüberküloz
Falinc: Felç
Gepok: Kabakulak
Germojk, Germijk: İsilik
Gunek: Testis fıtığı
Gurî: Uyuz
Hal: Veba
Har: Kuduz
Hebreşk, Tebe: Şarbon
Hevtûzk: Siğil

Jahrî: Zehirlenme
Kotî: Cüzzam
Kuxik: Öksürük
Kunêr: Çıban
Lêm: İltihap, irin
Mahdxelîn: Bulantı
Mîzel: Altını ıslatma
Nîkutok: Kızamıkçık
Pençeşêr: Kanser
Pêsûs: ateş
Pizik: Sivilce, uçuk
Pûç: Felç, hissiz

Qotik, Xenok: boğmaca
Ricifîn/Lerizîn/Hezîn:
Titreme
Serêş: Baş ağrısı
Sorik: Kızamık
Şeht, Şil: Felç
Şerbê: Verem, tüberküloz
Şewb: Grip
Şewba çukan: Kuş gribi
Ta: Ateş, sıtma
Tewr: Alerji
Vegir: Bulaşıcı
Verşîn: Kusma
Werm: Şiş, şişlik
Xur: Kaşıntı
Xurî: Su çiceği
Xuşrîk: Kurdeşen, ürtiker
Xûz: Kambur
Zekem: Nezle
Zerik: Sarılık
Zikêş: Karın ağrısı


Çavkanî: Anemza Bi Kurmancî, Diyarbakır Tabip Odası, Rupel:55
Û ji hîn kesan

Mihemedê NOJDAR
BRUSELLA


Brusella, cureyeke ji bakterîyan e. Nexweşîya ku bi van bakterîyan ve çê dibe, jê re bruselloz tê gotin.  Brusella ji ajalan wekî pez, dewar, gamêş û ji berazan tê vegirtin. 

Çawa Tê Vegirtin?

Pirtir şîrê xav ê perokî û tiştên ku bi vî şîrê nekelandî tê çêkirin (penêr, krema, bestenî.. hwd.) hatibe xwarin, bi vî awayî tê vegirtin. Li welatê me jî pirahî bi vî terhî tê vegirtin. Jê cuda bi goştê ajalên perokîbûyî, şilavîyên laşê  wan (mîz, herkên zayînî… hwd.) jî tê vegirtin.  Welatê me de li gundan û zozanan de şîr nekelandî tê bi kar anîn û penêr  tê çêkirin. Bi vî awayî mîkroba brusella namire û demeke dirêj zindî dimîne.
Nexweşî bi mast ve nayê vegirtin. Çimkî dema ku mast tê çêkirin, teqez şîr tê kelandin. Kesen ku bruselloz bû ye, bi dilekî rehet dikarin bixwin.

Mîkroba Brusella Çi Qas Bitirûş e?

Brusella di germahîya 60°C de 10 deqîqe û germahîya kelê de 5 deqîqe bimîne dimire. Ev mîkrob di tozên axurê  de 6 hefte, di avê de 10 hefte, di bestenîyê ku bi şîrê xav hatiye çêkirin de 30 roj, penêrê ku  sûravka %10 xwêy tê deye, 45 roj (li gor hin çavkanîyan 3 meh) zindî dimîne.
Ji bo van sedeman penêrê ku bi şîrê nekelandî ve hatibe çêkirin, divê neyê xwarin. Penêrê ku bi sûravkirî, divê ser wî mêjû bête nivîsandin û beriya 45 rojan neyê xwarin.

Brusella Ji Mirovan Tê Vegirtin?

Ji mirovan vegirtin gelek kêm e. Kêm caran ji dayikên ku şîr didin, dikare derbasî pitikên wan bibe, lê kêm car e.

Bruselloz Kîjan Gazinan Re Dibe Sedem?

Gazinên nexweşîyê,  pirahî piştî  xwarina şîr û  penêrên perokî ve 2-3 hefte şunve derdikeve. 
Nexweşî bi pirahî bi bêhalî, bêmicezî, êşa bedenê û pêsûsê dest pê dike. Yanê ev nîşaneyên gelemperî ê enfeksîyonê ne.
Bruselloz paşê,  bi şevan tayeke ku bi cirifînê bilind dibe ve, êşên masûlke û livokên mezin ve xwe dide nîşan.

Bruselloz Nexweşiyeke Xeternak e?

Di nav malbetekê de ajaleke nexweş hebe û şîr û penêrê wê bête xwarin, herkes wekhev li bin bandora nexweşîyê de namîne. Hin kes bê nîşaneyen, hin kes sivik û hin kes jî girantir derbas dike u divê 6-8 hefte darû bête dayîn. Lê di destpêka nexweşîyê de nîşaneyên wê ji bo ku gelemperî ye antîbîyotîk tê dayîn û nîşaneyên wê kêm dibe û her car derdikeve. Çimkî mîkrob namire.  Alozîyên gelek xeternak re dibe sedem. Ji bo van sedemanan  dema ku nexweş bên li ba bijîşk, divê xwarina şîr û penêr û têkiliya ajalan bête pirsîn.

Alozîyên Brusellozê Çine?

Bruselloz, dikare hemû organên mirovê bigre. Herî girîng dil e, parzûna hundir a dil bigre (endokardît) û tedawî ne be, heta ber mirinê  ve diçe (%2). Livokên mezin û marîpişta mirovan bigre, alozîyên bêveger wek kûtbûyînê, şehtê  dikare bide encam. Testis û mejûyan jî dikare bigre, dikare menenjît û kerr bike.

Em ê Xwe Ji Brusellayê Çawa Biparêzin?

Divê şîrên pastorîze an jî ê kelandî bête vexwarin.
Li şûna penêrê teze, penêrê ku sûravkirî de maye bête tercîh kirin. Li ser penêrên sûravkirî mêjû bête nivîsandin. Beriya 45 rojan neyê xwarin.
Ajal hîn ku nexweş nebûne, li ber bijîşkê weterîner bête parzayî kirin.
Ajalên ku çêlikên wan ji ber biçe û êdî kêmtir şîr bide û êdî nezayok be, divê li ser brusellayê bête guman kirin. Divê weterîner bibîne. Ajalên ku nexweşî hatiye tesbît kirin, divê ji kerîyê bête cuda kirin.
Karkerên axur û selexanayê û weterîneran  divê lepik û rûpoş bi karbînin.

Ferhengok:
Perokî: contaminate, bulaşmış olan
Şilavî : liqiud, sıvı
Herk: flow, flux, akıntı
Bitirûş: enduring, dayanıklı
Bêmicezî: anorexia, iştahsızlık
Pêsûs: fever, ateş
Ta: fever, yüksek ateş, sıtma
Nîşane: symptom, belirti
Livok: articul, eklem
Alozî: complication, komplikasyon
Parzûn: membran, zar
Şeht: paralysis, felç
Parza: vaccine, aşı

Mihemedê NOJDAR

1 Mayıs 2016 Pazar

DÎABETES MELLÎTUS (NEXWEŞÎYA ŞEKİRÊ)

        WATE Û DÎROKÇE

Wateya dîabetes, di zimanê Latînî de tiştê ku diherike an jî ''mîz'' e, wateya mellîtus jî şekir an jî qasî hingiv şêrîn de ye. Yanê di mîza mirovan da derketina şekirê ye. Dîrokçeya vê nexweşîyê  di tomarên herî pêşîn ji beriya mîladê salên  1550’an ve dirêj dibe. Li Misrê di kaxizên papîrûs de  hatiye dîtin. Ev papîrûsê de halên nexweşîya şekirê, wek zehf derketina mîzê hatiyê behs kirin. Li ba Hîndûyan jî di pergala Ayurveda yê de; kêzik, mêş û morîyan cîyê ku ser mîzên hin kesan tên kom dibin, hatiye nivîsandin. Mîza nexweşên şekirê; şêrîn û wekî hengivê ye û ji bo vî sedemî mêş, morî û kêzikên din dihatin ser mîzê wan kom dibûn. Susruta û bijîşkên din ê Hîndû   piştî mîladê sedsalên 5’an û 6'an de vî tiştî ferq kirine û rave kirine, nivîsandine ku du formên vî nexweşîyê hene. Nexweşên ji formekî, jar û zehf jiyanên xwe nadomînin û demeke kurt de dimirin; grûba din de jî nexweş,  qelaw  û hîn extîyar in hatiye diyar kirin. Ev, senifandina modern a nûjen de wekî senifandina tîp 1 û tîp 2 dîabetes mellîtus ve zehf dişibihe.

Ev têgeh ewil li erdên  Enedoliyê li Kapadokyayê piştî mîladê sedsala duduyan de ji hêla Arateus ve hatiye bi kar anîn. Arateus nexweşîya şekirê, mîqdara mîzê de zêde bûn (polyuria), zehf zêde tî bûyîn (polydipsia) û windakirina kîloyê ye; bi vî awayî terîf kiriye.

Îbnî Sîna (980-1037) cara pêşîn lareşîya (gangren) dîyabetîk a lingan terîf kiriye. Gotiye ku nexweşîya  şekirê dikare tevineka rehan xera bike.

Li lîteratûra aniha diabetes mellitus wisa derbas dibe ku; hîperglîsemî (di xwînê de zêde bûna şekirê), dîslipidemî (di xwînê de xerabûna rûnê), glîkozûrî (di mîzê de şekir) û digel bi vanan re gelek encamên klînîk û bîyokîmyevî ve didome û ev nexweşîyeke metabolîzmîk, sîstemîk û kronîk (pîrbûyî) e. Ango kêm bûna hormona însûlînê an jî  xerabûna  bandora însûlînê û ji bo van sedemanan organîzama bi qasî têra xwe ji proteîn, rûn û şekiran nikare îstîfade bike. Nexweşîyeke heweceye ku bi berdewamî lêxweytîkirineke tıbbî hebe.   


Ji bo ku ev nexweşîya şekirê baş bê fêm kirin bi kurtasî em li ser metabolîzmaya hormana
însûlînê biaxivin.