31 Aralık 2016 Cumartesi

DANASÎNA ÇAVKANÎYÊN TENDURİSTÎYÊ – 2




1. Dermanên Bijîşkiya Gelêrî
2. Tiba Melayê Erwasî
Emê di vî nivîsê de berhemeke kevn û li gor agahîyên me  herî ewil û  200 sal berê hatiye nivîsandin, bidin nas kirin.
   Min dema ku ev hevoka yekem nivîsî û got Bismîllah û sibehê bidomînim. Lê mixabin min nûçeyek nebixêr histand. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hatiye mohr kirin. Weşanxaneyek ku ev qas  xizmeteke pîroz kiriye û min dê pirtûkek ku tenduristîyê çapkirine bida naskirin; ev bûyera nebixêrê dile min şewitand. Naleta Xwedê li ser zaliman be ku bi navê Xwedê ev zilmê dikin.
   Belê, em her Kurdek li ber van zilman divê dest bidin hev û xebatên xwe mezintir bikin. Bi nefsa xwe şixûla xwe bikin.

Dermanên Bijîşkiya Gelêrî

    Ji weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di meha avrêla 2000’an de ji herfên erebî ji alîyê M. Reşîd Irgat ve hatiye latînîze kirin. Pirtûk ji 40 rûpelan pêk tê û wek pirtûkên bêrikan biçûk e. Nivîskarê vê pirtûkê Mela Mihemedê Qûtub (Erwasî) e. Ji vî peyva qûtub tê famkirin ku nivîskar wê demê de mezinekê tesewufê ye û gihiştîye pileya ku mûrşîdekî herî mezin. Agahîyên berfireh ji jîyana Melayê Erwasî di deste me de tuneye. Di dawî sedsala 18. û destpêka sedsala 19. de jiyaye. Yek ji mezinên binemala Erwasiyan e û yekemin endamê v3e binemalê ye ku li gundê Erwasê bi cih bûye.
    Erwas gundekî  navçeya Miksê ye. Navê gund yê niha bi tirkî Doğanyayla ye. Miks navçeyeke Wanê ye û navê wê yê nû bi tirkî Bahçesaray e.
   Celadet Elî Bedirxan di kovara Hawarê de, di hijmara 33. Dde, di bin sernavê ‘’Klasîkên Me’’ de bi navê xwe yê Herekol Ezîzan wiha dibêje:
    ‘’Melayê Erwasî kitêbek kiçik lê hêja nivîsandiye. Kitêba wî li ser nexweşî û dermanên wan e. Mela tê da qalan nexweşîyan dike û dermanê her nexweşîyê û çêkirina dermanan jî dibêje. Min bi xwe nedîtiye, ez bi saluxdanê dibêjim. Dîsan rawiyan gote mink u Melayê Erwasî di veqta Evdal Xanê bavê Bedirxan de rabûye. Li gora vê û bi texmîn Mela beriya bi 150 salî emir kiriye. Ji kitêba wî re Tiba Melayê Erwasî dibêjin.’’

Tiba Melayê Erwasî
Ev pirtûk jî ji weşanên Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê di sala 2013’an de hatiye çapkirin. Ev pirtûk digel wergera tirkî û bi nusxeya orjînal a bi herfên erebî hatiye weşinandin. Pirtûk nîvî kurdî 68 û bi tirkî 68, di yekûnê de 136 rûpel e. Dahûrîn û werger ji alîyê Prof. Dr. Kadri Yıldırım ve hatiye kirin.
    Têkilîya berhemê bi Calînûs (Galen/Galenos) re; navê Calînûs di pirtûkê de derbas dibe. Calînûs bijîşkekî Grekî ye, di sala 200ê zayînî de miriye. Tê gotin ku bi qasî 400 berhemên wî yên nûjdarîyê hene û lîteratûra Îslamê de wekî calînûs tê zanîn û hatiye tomar kirin. Esasê  tiba Calînûs li ser ‘’tecribe’’yan e û bandoreke wî ya mezin li ser nûjdarîya klasik a piştî îslamê çêbûye ku Melayê Erwasî jî mînakeke berbiçave.

Mihemedê NOJDAR

19 Aralık 2016 Pazartesi

anatomiya bedena mirovan ile ilgili görsel sonucu


DANASÎNA ÇAVKANÎYÊN TENDURİSTÎYÊ-1
Anatomîya Bedena Mirovan
Prof. Dr. Hüseyin BEKTAŞ li ser anatomîyê nivîsandi ye. Pirtûk di sala Sibata 2004’an de li Stembolê di Weşanên Deng de derket.
Pirtûk bingehên zanistîya anatomî bi 64 rûpel û 51 şikil û şanayê dide naskirin. Ev pirtûk li gor gotina wî  çima hatîye nivîsandin di pêşgotina pirtûkê de wisa dibêje: ‘’Ev pirtûk ne pirtûkek ji bo ilma bijîşkê ye. Ez tenê dixwazim ku bila zimanê me winda nebe û li ser bijişkê ji pêşva here. Ger rojekî me di dibistan û zanîngehên xwe da bi zimanê Kurdî ders da, em dikarin vê pirtûkê wekî bingeh bigrin û wê pêşva bibin.’’
Ji ber ku bi rengîn û zimanekî zelal hatîye nivîsandin û bi ferhengok û şikilan hatîye amedekirin; zarokên dibistanan û beşdarên qursên Kurdî û  hemû kesen zimanê Kurdî dixwazin hînbibin dikarin bi vê pirtûkê bixebitin.

prof. dr. hüseyin bektaş ile ilgili görsel sonucu

Prof. Dr. Hüseyin BEKTAŞ kî ye?
Hüseyin Bektaş nojdarekî kurd û nivîskarê pirtûkeke ser anatomiyê ye.
Prof. Dr. Hüseyin Bektaş li sala 1961 li Kurdistana Bakûr  li Lîçik (Kaynarpınar) hatîye dinê. Li Kanireşê li hêla bajarê Çewaxçurê lîse xwend. Piştî xwendina Lîsê, derket derveyî welêt û li Elmanya federal da li ser îlmê bijîşkî xwend.
Di sala 1990 da fakûlte qedand û niha li nexweşxana zanîngeha Hannover da li ser beşa cerrahî û naqîlkirina organa wek Professor dixebite. 
Nexweşxaneya Klinikum Bremen- Mİtte de wek serbişîjkê beşa serzanistîya nojdarîya pençeşêrê û damaran dixebite. 
Endama  lijneya darxistinê ya 8. Kongreya Tibê ya Mezopotamyayê ye, Hewlêr 2017

ÇAVKANÎ
Pirtûka Anatomîya Bedena Mirovan


Jİ BO DAXİSTİNÊ


Mihemedê NOJDAR


10 Aralık 2016 Cumartesi

LÊMGİRTİNA RÊVİYA ZÊDE (APPENDİCİTİS)


            Appendîx an jî di nava gel de weke apandîs tê zanîn; ji zayînê ve heye û rêviyeke kor  an jî zêde ye. Ji destpêka rêviya stûrê hatiye afirandin û dirêjayîya wê qasî 5-6 cm ye û modineya (diameter) wê 2-3 cm ye. Weke zêdehîyeke rêviyê ye. Erka wê bi baştirîn nayê zanîn, lê tê  fikirîn ku di destpêka jiyanê de  roleke parastinê dilîze. Lêmgirtina vê lebatê (organ) re; ji alîyê herkesî ve jî  tê zanîn ku apandîsît tê gotin.

            Apandîsît piştî 3 salîyê ve tê dîtin û hemû demên temenê de em dikarin rastî wê werin; lê piştî 35 salî ve birasthatina wê kêmtir dibe.

            Nîşaneyên apandîsîtê,  dikare ku li gor hemû kesan ve bigûhere; em dikarin  zikêş, mehdlihevketin, vereşîn, bêmicizî (bêîştehî, lack of appetite) û pêsûsê (fever)   bijmêrin. Êşa apandîsîtê bi gelemperî awayeke nediyar weke êşa mehdê û zikêşê dikare destpê bike û dikare li  golim (inguial), pê û piştê xe. Di encamê de êş di devera rastjêra zikê de kom dibe. Nexweş bi gelemperî  dikare beje ku; êşa min bi hejîn û leqînê zede dibe. Ev hemû  gazincan ne şerte ku wek demekê de an jî di nexweşekê de hebin. Ger di vê gihanekê  (grade) de nexweş neyête saxkirin, rêviya zêde ku bi lêmê ve tijeye dikare qul bibe û dikare di valahîya zikê de belav bibe. Nexweş hîs dike ku êşa wî derbas dibe, lê piştî 6 seatan lêm di parzûnên (membran) zikê de cih digre û  zikêş û pêsûs  cardin çêdibe û di rewşa tenduristîyê de xetereyeke girîng derdikeve holê.

            Saxkirina apandîsîta lêçêr (acute); herdem nijdarî (surgery) ye û gihanekên pêşîyê de şûna nijdarîyê biçûk dimîne. Lê apandîsît qul bibe, wê demê modineyeke  fireh de nijdarîyek girîng  divê bête kirin.

            Piştî nijdarîya asayî, di nexweşxaneyê de mayîn rojek e; lê a apadîsîta qulbûyî de ev dem dikare 3-4 roj bibe.

            Tiştên ku divê ji bo apandîsîtê miqate bin, bi kurtasî ev in:
Gazincên  zikêşê dirêj bibe û dema ku derbas nebe, divê bi bişîjkekê re teqez têkeve têkilîyê. Ne darûyên êşbir û zîndedij (antibiotic) ne jî darûyeke din bête bikaranîn. Çimkî teşxiskirin dereng dibe.
Bikaranînên sar an germ neyête kirin, ev jî dikare ku apandîsît zûtirîn qul bike.
Digel êşa rastjêra zikê vereşîn, mehdlihevketin û pêsûs hebe; gûmana hebûna apandîsîtê zêde dibe û divê bi leztir mudaxeleyek bête kirin.


Mihemedê NOJDAR
            

3 Aralık 2016 Cumartesi

HEVNEGİRTİNA  XWÎNÊ (İncompatibility Rhesus)

Hokarê Rhesus (factor Rh) proteîneke taybet a li ser şaneyên sor ên  xwînê ne (sorglorik). Ger di xwînê de ev proteîn hebe, cureya xwînê Rh+ tê gotin û pirahî kesan de Rh erênî ye. Ger ev proteîn tunebe, cureya xwînê Rh- tê gotin û li gor Rh+ vê  gelek kêmtir e.

Ev cureya xwîna me,  di jiyana me de ji alîyê tenduristîyê ve bi  gelemperî giringîya wî zehf tuneye. Lê dema ducanîyê de giringîya wê derdikeve holê. Dayik cureya xwîna wê Rh- be û mêrê wê jî Rh+ be, hingê   hevnegirtina xwînê dikare çê bibe. Divê ku dayika ducanî bin çavdarîyeke taybet de be. Ev çavdarî (sexbêrî) divê ji alîyê bijîşkê wê bête kirin.

Di dema ducanîyê de navbera  dayik û piza/ê (fetus) de xwîna wan mîqdarek kêm be jî dikare tevlihev bibe. Ger dayik Rh+ be, pirsgirêk tuneye. Lê dayik Rh- û piz Rh+ be û  xwîna wan tevlihev bibe; di xwîna dayikê de antîkor tê pêk anîn. Ev antîkor derbasî  xwîna pizikê dibe û dest bi parçekirina  sorglorikên xwînê dike. Ev bûyer ducanîya yekemîn de çê nabe. pizê/a duyemîn jî Rh+ be, ev antîkoran dikeve nav laşê pizê û  sorglorikên xwînê parçe dike û xwînziwayîyek (anemia) xedar derdikeve holê. Di encamê de zarok hêj zikê dayika xwe de netêriya dilê (heart failure) û hemû laşê wî de kombûyîna avê tê dîtin. Ev rewşa xedar re  Eritroblastozis Fetalis (parçebûyîna xedar a sorglorikan) tê gotin. Saxkirina pizikê rewşeke dijwar qasî nepêkanîyê de ye. Ji bo vî sedemî  hêj ev bûyeran derneketiye holê, divê peşiya wê bête girtin.

Dayika ducanî Rh- û mêrê wê Rh+ be, ji bo ku eritroblastozis fetalis çênebe; taqîya (test) Coombs’ê divê bête kirin. Ev taqî du caran; di  sêmehiya ewil û hefteya 28’emîn a dema ducanîyê de tê kirin. Ev test xwîna dayik û pizikê tevlihev bûye an nebûye dide nîşan. Taqî neyînî be, dide encam ku; xwîna wan tevlihev nebûye. Pişt re derzîya Anti-D İmmunglobulin G tê kirin. Ev  bûjen (material) antîkoran dide sekinandin. Piştî zayînê cardin tê kirin, ji bo ku ducanîya duyemîn de eger pizik Rh+ be; pêkanîna antîkoran bide sekinandin.


Mihemed Nojdar