HEPATÎT B Lİ BAKÛRÊ KURDİSTANÊ GELEK BELAVBÛ YE
Hepatît nexweşîyeke yê kezebê ye. Li welatê me de sedema yekemîn yê vê nexweşîyê vîrus in. 5 cure vîrus heye ku hepatîtê çê dikin. Hepatît A,B,C,D,E tê gotin. Hepatît A û E domdar nabe û kesên nexweş sax dibin. Hepatît B,C Û D dikarin dewam bike.
Emê di vî nivîsê dekurtasî li ser Hepatît B (HBV) yê bisekinin; Çimkî li welatê me gelek belavbû ye. Li gor agahîyên Dewlata Tirkîyê li Bakûrê Kurdistanê ji sedî panzdeh (%15) kes barhilgêrê Hepatît Byê ye. Ev ne hijmareke kêm e. Aniha li Bakûrê Kurdistanê nêzî 15 mîlyon kes heye. Ji sedî panzdeh nêzî du mîlyon û du sed û pênce hezar (2.250.000)kes dike. Hijmareke gelek zehf e.
Girîngîya vê nexweşîyê çi ye? Kesên ku barhilgêrê HBVê dibin,ji çar kesan yek piştî salan ve kezeb dixurife sîroz çê dibe û zikê wan av lê kom dibe û bi pençeşêrê dikevin. Divê kezeb bête veguhastin, lê li Tirkiyê %15-20 tê veguhastin û %80-85 di hundirê salan de dimirin. Gelek kes nikarên bigihêjên li nojdaran; ên ku digihêjin jî baş nayê beralî kirin. Ev nexweşanan hêj ku veguhastina kezebê nebû ne, tê winda kirin.
Di nivîseke berfireh de emê behsa Hepatît Byê bikin. Bimînin xêr û xweşî û tenduristîyê da..
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder