HEVNEGİRTİNA
XWÎNÊ (İncompatibility Rhesus)
Hokarê
Rhesus (factor Rh) proteîneke taybet a li ser şaneyên sor ên xwînê ne (sorglorik). Ger di xwînê de ev
proteîn hebe, cureya xwînê Rh+ tê gotin û pirahî kesan de Rh erênî ye. Ger ev
proteîn tunebe, cureya xwînê Rh- tê gotin û li gor Rh+ vê gelek kêmtir e.
Ev cureya
xwîna me, di jiyana me de ji alîyê
tenduristîyê ve bi gelemperî giringîya
wî zehf tuneye. Lê dema ducanîyê de giringîya wê derdikeve holê. Dayik cureya
xwîna wê Rh- be û mêrê wê jî Rh+ be, hingê hevnegirtina xwînê dikare çê bibe. Divê ku
dayika ducanî bin çavdarîyeke taybet de be. Ev çavdarî (sexbêrî) divê ji alîyê
bijîşkê wê bête kirin.
Di dema
ducanîyê de navbera dayik û piza/ê (fetus) de xwîna wan mîqdarek
kêm be jî dikare tevlihev bibe. Ger dayik Rh+ be, pirsgirêk tuneye. Lê dayik
Rh- û piz Rh+ be û xwîna wan tevlihev
bibe; di xwîna dayikê de antîkor tê pêk anîn. Ev antîkor derbasî xwîna pizikê dibe û dest bi parçekirina sorglorikên xwînê dike. Ev bûyer ducanîya
yekemîn de çê nabe. pizê/a duyemîn jî Rh+ be, ev antîkoran dikeve nav laşê pizê
û sorglorikên xwînê parçe dike û xwînziwayîyek (anemia) xedar derdikeve
holê. Di encamê de zarok hêj zikê dayika xwe de netêriya dilê (heart failure) û hemû laşê wî de kombûyîna avê tê
dîtin. Ev rewşa xedar re Eritroblastozis Fetalis (parçebûyîna xedar
a sorglorikan) tê gotin. Saxkirina
pizikê rewşeke dijwar qasî nepêkanîyê de ye. Ji bo vî sedemî hêj ev bûyeran derneketiye holê, divê peşiya
wê bête girtin.
Dayika
ducanî Rh- û mêrê wê Rh+ be, ji bo ku eritroblastozis fetalis çênebe; taqîya (test) Coombs’ê divê bête kirin.
Ev taqî du caran; di sêmehiya ewil û
hefteya 28’emîn a dema ducanîyê de tê kirin. Ev test xwîna dayik û pizikê
tevlihev bûye an nebûye dide nîşan. Taqî neyînî be, dide encam ku; xwîna wan
tevlihev nebûye. Pişt re derzîya Anti-D
İmmunglobulin G tê kirin. Ev bûjen (material) antîkoran dide
sekinandin. Piştî zayînê cardin tê kirin, ji bo ku ducanîya duyemîn de eger
pizik Rh+ be; pêkanîna antîkoran bide sekinandin.
Mihemed Nojdar
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder