DANASÎNA ÇAVKANÎYÊN
TENDURİSTÎYÊ-1
Anatomîya Bedena
Mirovan
Prof. Dr. Hüseyin BEKTAŞ li ser
anatomîyê nivîsandi ye. Pirtûk di sala Sibata 2004’an de li
Stembolê di Weşanên Deng de derket.
Pirtûk bingehên zanistîya anatomî
bi 64 rûpel û 51 şikil û şanayê dide naskirin. Ev pirtûk li gor gotina wî çima hatîye nivîsandin di pêşgotina pirtûkê
de wisa dibêje: ‘’Ev pirtûk ne pirtûkek ji bo ilma bijîşkê ye. Ez tenê dixwazim
ku bila zimanê me winda nebe û li ser bijişkê ji pêşva here. Ger rojekî me di
dibistan û zanîngehên xwe da bi zimanê Kurdî ders da, em dikarin vê pirtûkê
wekî bingeh bigrin û wê pêşva bibin.’’
Ji ber ku bi rengîn û zimanekî
zelal hatîye nivîsandin û bi ferhengok û şikilan hatîye amedekirin; zarokên
dibistanan û beşdarên qursên Kurdî û hemû kesen zimanê Kurdî dixwazin hînbibin
dikarin bi vê pirtûkê bixebitin.
Prof. Dr. Hüseyin BEKTAŞ kî ye?
Hüseyin Bektaş nojdarekî kurd û nivîskarê pirtûkeke ser
anatomiyê ye.
Prof. Dr. Hüseyin
Bektaş li sala 1961 li Kurdistana
Bakûr li Lîçik (Kaynarpınar) hatîye dinê. Li Kanireşê li hêla bajarê Çewaxçurê lîse xwend. Piştî xwendina Lîsê, derket derveyî
welêt û li Elmanya federal da
li ser îlmê bijîşkî xwend.
Di sala 1990 da fakûlte qedand û niha li
nexweşxana zanîngeha Hannover da
li ser beşa cerrahî û naqîlkirina organa wek Professor dixebite.
Nexweşxaneya Klinikum Bremen- Mİtte de wek serbişîjkê beşa serzanistîya nojdarîya pençeşêrê û damaran dixebite.
Endama lijneya darxistinê ya 8. Kongreya Tibê ya Mezopotamyayê
ye, Hewlêr 2017
ÇAVKANÎ
Pirtûka Anatomîya
Bedena Mirovan
Jİ BO DAXİSTİNÊ
Mihemedê NOJDAR
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder