LÊMGİRTİNA
RÊVİYA ZÊDE (APPENDİCİTİS)
Appendîx an jî
di nava gel de weke apandîs tê zanîn; ji zayînê ve heye û rêviyeke kor an jî zêde ye. Ji destpêka rêviya stûrê
hatiye afirandin û dirêjayîya wê qasî 5-6 cm ye û modineya (diameter) wê 2-3 cm ye. Weke zêdehîyeke rêviyê ye. Erka
wê bi baştirîn nayê zanîn, lê tê fikirîn
ku di destpêka jiyanê de roleke
parastinê dilîze. Lêmgirtina vê lebatê
(organ) re; ji alîyê herkesî ve
jî tê zanîn ku apandîsît tê gotin.
Apandîsît
piştî 3 salîyê ve tê dîtin û hemû demên temenê de em dikarin rastî wê werin; lê
piştî 35 salî ve birasthatina wê kêmtir dibe.
Nîşaneyên
apandîsîtê, dikare ku li gor hemû kesan
ve bigûhere; em dikarin zikêş,
mehdlihevketin, vereşîn, bêmicizî
(bêîştehî, lack of appetite) û pêsûsê (fever) bijmêrin. Êşa apandîsîtê bi gelemperî awayeke
nediyar weke êşa mehdê û zikêşê dikare destpê bike û dikare li golim
(inguial), pê û piştê xe. Di encamê de êş di devera rastjêra zikê de kom
dibe. Nexweş bi gelemperî dikare beje
ku; êşa min bi hejîn û leqînê zede dibe. Ev hemû gazincan ne şerte ku wek demekê de an jî di
nexweşekê de hebin. Ger di vê gihanekê (grade) de nexweş neyête saxkirin, rêviya
zêde ku bi lêmê ve tijeye dikare qul bibe û dikare di valahîya zikê de belav
bibe. Nexweş hîs dike ku êşa wî derbas dibe, lê piştî 6 seatan lêm di parzûnên (membran) zikê de cih digre û zikêş û pêsûs cardin çêdibe û di rewşa
tenduristîyê de xetereyeke girîng derdikeve holê.
Saxkirina
apandîsîta lêçêr (acute); herdem nijdarî (surgery) ye û gihanekên pêşîyê
de şûna nijdarîyê biçûk dimîne. Lê apandîsît qul bibe, wê demê modineyeke fireh de nijdarîyek girîng divê bête kirin.
Piştî
nijdarîya asayî, di nexweşxaneyê de mayîn rojek e; lê a apadîsîta qulbûyî de ev
dem dikare 3-4 roj bibe.
Tiştên
ku divê ji bo apandîsîtê miqate bin, bi kurtasî ev in:
Gazincên
zikêşê dirêj bibe û dema ku derbas nebe,
divê bi bişîjkekê re teqez têkeve têkilîyê. Ne darûyên êşbir û zîndedij (antibiotic) ne jî darûyeke
din bête bikaranîn. Çimkî teşxiskirin dereng dibe.
Bikaranînên
sar an germ neyête kirin, ev jî dikare ku apandîsît zûtirîn qul bike.
Digel êşa rastjêra zikê vereşîn, mehdlihevketin û pêsûs hebe; gûmana hebûna
apandîsîtê zêde dibe û divê bi leztir mudaxeleyek bête kirin.
Mihemedê NOJDAR
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder