31 Aralık 2016 Cumartesi

DANASÎNA ÇAVKANÎYÊN TENDURİSTÎYÊ – 2




1. Dermanên Bijîşkiya Gelêrî
2. Tiba Melayê Erwasî
Emê di vî nivîsê de berhemeke kevn û li gor agahîyên me  herî ewil û  200 sal berê hatiye nivîsandin, bidin nas kirin.
   Min dema ku ev hevoka yekem nivîsî û got Bismîllah û sibehê bidomînim. Lê mixabin min nûçeyek nebixêr histand. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hatiye mohr kirin. Weşanxaneyek ku ev qas  xizmeteke pîroz kiriye û min dê pirtûkek ku tenduristîyê çapkirine bida naskirin; ev bûyera nebixêrê dile min şewitand. Naleta Xwedê li ser zaliman be ku bi navê Xwedê ev zilmê dikin.
   Belê, em her Kurdek li ber van zilman divê dest bidin hev û xebatên xwe mezintir bikin. Bi nefsa xwe şixûla xwe bikin.

Dermanên Bijîşkiya Gelêrî

    Ji weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di meha avrêla 2000’an de ji herfên erebî ji alîyê M. Reşîd Irgat ve hatiye latînîze kirin. Pirtûk ji 40 rûpelan pêk tê û wek pirtûkên bêrikan biçûk e. Nivîskarê vê pirtûkê Mela Mihemedê Qûtub (Erwasî) e. Ji vî peyva qûtub tê famkirin ku nivîskar wê demê de mezinekê tesewufê ye û gihiştîye pileya ku mûrşîdekî herî mezin. Agahîyên berfireh ji jîyana Melayê Erwasî di deste me de tuneye. Di dawî sedsala 18. û destpêka sedsala 19. de jiyaye. Yek ji mezinên binemala Erwasiyan e û yekemin endamê v3e binemalê ye ku li gundê Erwasê bi cih bûye.
    Erwas gundekî  navçeya Miksê ye. Navê gund yê niha bi tirkî Doğanyayla ye. Miks navçeyeke Wanê ye û navê wê yê nû bi tirkî Bahçesaray e.
   Celadet Elî Bedirxan di kovara Hawarê de, di hijmara 33. Dde, di bin sernavê ‘’Klasîkên Me’’ de bi navê xwe yê Herekol Ezîzan wiha dibêje:
    ‘’Melayê Erwasî kitêbek kiçik lê hêja nivîsandiye. Kitêba wî li ser nexweşî û dermanên wan e. Mela tê da qalan nexweşîyan dike û dermanê her nexweşîyê û çêkirina dermanan jî dibêje. Min bi xwe nedîtiye, ez bi saluxdanê dibêjim. Dîsan rawiyan gote mink u Melayê Erwasî di veqta Evdal Xanê bavê Bedirxan de rabûye. Li gora vê û bi texmîn Mela beriya bi 150 salî emir kiriye. Ji kitêba wî re Tiba Melayê Erwasî dibêjin.’’

Tiba Melayê Erwasî
Ev pirtûk jî ji weşanên Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê di sala 2013’an de hatiye çapkirin. Ev pirtûk digel wergera tirkî û bi nusxeya orjînal a bi herfên erebî hatiye weşinandin. Pirtûk nîvî kurdî 68 û bi tirkî 68, di yekûnê de 136 rûpel e. Dahûrîn û werger ji alîyê Prof. Dr. Kadri Yıldırım ve hatiye kirin.
    Têkilîya berhemê bi Calînûs (Galen/Galenos) re; navê Calînûs di pirtûkê de derbas dibe. Calînûs bijîşkekî Grekî ye, di sala 200ê zayînî de miriye. Tê gotin ku bi qasî 400 berhemên wî yên nûjdarîyê hene û lîteratûra Îslamê de wekî calînûs tê zanîn û hatiye tomar kirin. Esasê  tiba Calînûs li ser ‘’tecribe’’yan e û bandoreke wî ya mezin li ser nûjdarîya klasik a piştî îslamê çêbûye ku Melayê Erwasî jî mînakeke berbiçave.

Mihemedê NOJDAR

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder